Mehemede Remo'nun"Gotınen Peşiyan Kurda" kitabı okurlarla buluştu

Mehemede Remo'nun"Gotınen Peşiyan Kurda" kitabı okurlarla buluştu

Mıhyedine Mihemede Remo'nun "Gotınen Peşiyen Kurdan" kitabı Nubahar yayın evinin baskısıyla kitab severlerle buluştu. Kitap kürtçe dili ile yazılmış 600 sayfadan oluşmaktadır. İdil'li yazarlar kervanına katılan Mihyedin Oğrak "Gotınen Peşiyan Kurdan" kitabı ile kültürel alanında önemli bir çalışmayı kaleme alarak yazması ile dikkat çekiyor. Kitap yapılan araştırmalar sonucu yazıldığı ve destek verenlere kitabın önsözünde teşekkür ederek başlıyor.

Kimdir?

Mıhyedine Mihemede Remo, Mihyedin Oğrak, toplumda mesleği ile tanındığında Mihyedine Saatçı olarak bilinir. İdil'e bağlı Bane Nuh köyünde dünyaya gelir. Xırabe Mışka köyünde bir süre yaşadıktan sonra İdil'e göç eder. İdil'de yaşadığı yıllarda renkli kişiliği ile toplumsal gelişmelere duyarlığı, kültürüne bağlığı ile birlikte toplumsal değerlerle barışık bir şahsiyet olarak toplumda bilinir. 1973 yılında Hezexe yerleşen ve Remo ailesinin büyüğü olan Mihyedin, İdil toplumuna çabuk etabda olur. Mevcut toplum Süryanilerle iyi geçinir. Toplumun değerleri ile barışık yaşar. Güçlü iletişimi sayesinde İdil'in soyal hayatında yer alır. Hizmet sektöründe çalışır. Dönemin önemli teknolojisi olarak kabul edilen Saat tamiratını yapan iş yerini açar. İsmi mesleği ile bütünleşir. İş yeri sayesinde vatandaşla güçlü bir iletişim kurar. Saati bozar, bozulan saatleri tamir eder. Vatandaşdan gelen tepkiler şimdi yazdığı kitabın alt yapısını oluştururken kendiside farkında değildir. Yaşamı boyunca Gotınen Peşiyane Kurdan dinlerken kitap haline getirme mutluluğuna erişir. Entelektüel aileden gelen Mihyedin oğrak 1993 yılında İdil'den göç etti. Kocelide yaşayan Oğrak sosyal medya hesabında zaman zaman yazdığı paylaşımlar sayesinde geniş kitle tarafından takip edilmektedir. Oğrak Koceli'de emekli oldu. Sosyal yaşamın birikimi ile "Gotinen Peşinan" kitabını kaleme alarak piyesaya sürdü. Kitap ilgiyle takip edilirken, İdil'li  bir yazar daha hayatımıza girmenin mutluluğunu yaşıyoruz.

JIYANA NIVÎSKAR (Yazarın Öz geçmişi "Kurtçe dir")
Nivîskar Mihyedînê Mihemedê Remo, di 01. O1. 1950î de li Gundê Banihê jidayîk bûye, Banih, gundê Nebî Nûh (s.) e li Mezopotamyayê. Banih, îro gundekî Navçeya Hezexê ye. Dema berê Hezex girêdayî Parêzgeha Mêrdînê bû, lê niha bûye navçeyeke Parêzgeha Şernexê. "Banih", bi Erebî "bena nûh" e, bi Kurmancî "li ba nûh"e. Navê ziyareta ku gundî miriyên xwe hê jî lê vedişêrin, "Ziyareta Nebî Nûh" ango "Mezelê Nebî Nûh" e. Li rojhilatê ziyaretê kehniyeke bi navê "Kehniya Nebî Nûh" jî heye.
Di sala 1964an de mala xwe bar kiriye, çûye Gundê Xirabêbidarik. Li Xirabêbidarik li bal melayê gund ê bi navê Mela Ebas (r.) dersên Erebî, tefsîr, hedîs û fiqhê xwendine. Di 07.07.1970yî de çûye eskeriyê. Piştî bîst heyvan ji eskeriyê hatiye û di wê salê de mala xwe biriye navenda Hezexê û xwe hînî têkûzkirina saetan kiriye, lewma piştre bi leqeba "Mihyedînê Saetçî" hatiye naskirin. Di sala 1981ê de beşa navîn a “Dibistana Îmam Xetîb a Mêrdînê” ji der qedandiye. Di sala 1974an de li Rêveberiya Ewlehiyê ya Hezexê bûye karmend. Di sala 1976an de li Sêrtê, di Saziya Avadaniyê de wek, karker xebitiye. Di sala 1977an de li Mêrdînê, di sala 1991ê de li Şernex û di sala 1993yan de jî li Bajarê Kocaeliyê di heman saziyê de kar kiriye û di sala 2003yan de ji vê saziyê teqawît bûye. Wî demeke dirêj siyasetmedarî jî kiriye. Mihyedînê Mihemedê Remo, du caran zewiciye, pênc keç û neh kurên wî hene. Ew niha jî li Kocaeliyê dijî.

PÊŞKÊŞA EDÎTOR
    Herçiqas dîroka wêjeya gel, li ser binyada “nivîs”ê kat dabe jî, berî ku mirov a dilê xwe li ser qehfik, dar û ber û şkeftan binivîsin, bi riya devkî bi hev daye zanîn. Pêşiyên me, bi hezarê salan; kul, hesret, evîn, daxwaz, hêvî, nerîn û şîretên xwe herwekî li ser mêjiyên hev binivîsin, ji hev re vegotine û ji nevî û nevîçirkên xwe re mîrat hiştine. Ewqas serpêhatiyên mirovahiyê bi hezarê salan ketine ser hev; bûne cewherê wêjeya gel û folklorê. Piştî ku însan fêrî nivîsê bûne jî ev mîrata bav û kalên xwe, da ku winda nebe li ser dar û beran, li ser qehfik û latan neqiş kiriye, lê her ev mîrat bi riya devkî, nifş bi nifş sparî hev kiriye, heta ku îro jî gihaye ber destê me. Ji nav wî cewherî jî gotinên ciwan û xwedî hîkmet û şîret ên ku bêjerên wan ne diyar hatine roja me ya îro.
Gelek gotin di qehfikên Sûmerî, di bermayên Misira Kevnar û di Meselên Suleyman ên Tewratê de jî hatine tomarkirin. Li ser lêkolîna folklorê jî Pausanis (B.Z. Sedsala II.) li Yûnana Antîk qala jiyan û baweriyên welatê xwe kiriye. Dîroknasên wek Heredot (B.Z. 425), Strabon, (sedsala I.) û herweha Ksenefon jî di berhema xwe ya bi navê Anabasis (Vegera Dehhezaran) de jî agahiyên derbarê gelên din de dane. Di sedsala X.an de gerzanên Ereb, Ebû Fezlan, Îbnî Hewqel, Îstexrî, Belazûrî, Mesûdî û Îbnî Dulef, di sedsala VII-Ian de Marco Polo û di sedsala XIV.an de Îbnû Batûta  û gerzanên Osmanî yên navdar Ewliya Çelebî û Katîp Çelebî, di seyahatnameyên xwe de derbarê folklora gelek deveran û ya Kurdan de jî agahiyên berfireh dane. 

Li ser folklora Kurdan xebatên Mela Mehmûdê Bazîdî û Aleksandre Jaba, pir deng vedane.  Di sala 1892an de rojhelatnasê Elmanî Hugo Makas di xebata xwe de cih daye hin destan û gotinên pêşiyan ên devera Mêrdînê. Ev xebat di sala 1926an de li Lenîngradê hatiye çapkirin.  Hêjayî gotinê ye ku Law Reşîd ê bi navê xwe yê rast, Dr. Ziya Wehbî (1893-1967?) Di Kovara Jînê (1918-1919) de, ji aliyê zimên û ji aliyê rewşa gel ve jî girîngî bi gotinên pêşiyan daye. Wî gotinên pêşiyan ên Kurdî bi rêbazeke sîstematîk û zanistî li gorî naveroka wan dabeş kirine û şîrove kirine. Hilmiyê Siwêregî jî di vê kovarê de li ser girîngiya berhevkirina gotinên pêşiyan rawestiyaye û hin gotinên pêşiyan li gorî naveroka wan dabeş kirine û hin jî di gel çîrokên wan veguhastine.  Dîse hêjayî gotinê ye ku li ser folklora Kurdî, Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl jî xebateke ji 1050 rûpelî pêk tê, ya bi navê Zargotina Kurda amade kiriye.  Herweha, xebatên folklorî û bi taybetî jî yên li ser gotinên pêşiyan, heta dema me ya îro bê navber hatine kirin.
   Têkiliya zanista folklorê bi zanistên weke erdnîgarî, edebiyat, derûnnasî, antropolojî, arkeolojî, hiqûq, pedagojî, civaknasî û zimannasiyê jî heye. Lewma gelek şarezayên van zanistan, folklor û keresteyên wê ji xwe re kirine çavkanî û meydana xebatên xwe. Evyek jî girîngî û bihayê zanista folklorê dide xuyakirin.
    Divê bê gotin ku folklor bingeha zimên e, lewma ziman dînamîk e û bi xêra bermayên folklorê liva xwe winda nake. Di avakirin û pêşvebirina zimên de jî rola danhev û tomarkirina pertalên folklorê gelekî girîng e. Lewra ziman delalî û têkûziya xwe ji wan pertalên folklorê yên danhevî distîne. Çêbûn, hebûn û kemala milletan jî bi zimên e. Heke ew ziman pişta xwe nede folklorê, wê bibe zimanekî “çêkirî” û “nîvşkestî”.
   Xurtbûn ango dewlemendiya zimanî jî bi dewlemendiya zarava û devokên xwe ve girêdayî ye. Lê mixabin mirov dikare bibêje ku bi riyên ragihandina nûjen û “çanda popûler”; ziman qels dibe û dikeve rewşa “mirineke hêdî.” Bêguman ev xeter, li ser zimanê Kurdî jî pir heye. Bi baweriya me ji bo ku ziman ji vê xeterê were parastin, divê li devokan were xwedîderketin. Evyek jî bi tomarkirina keresteyên folklorê mumkin e. Herweha xebatên wisa çiqasî bi awayê herêmî bêne kirin, dê ev xebat bêhtir bi kêrî lêkolînan werin û bihay…
 

Güncelleme Tarihi: 03 Kasım 2022, 00:28
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER